ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet got, Rewşa Awarte di pratîkê de dewam dike.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê Agir Stêrk û Mehmet Axîn bi bîr anîn ku di 17'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Li Derya Spî ku bi drama koçberan di rojevê de ye, bi dehan penaber ji keştiyekê hatin rizgarkirin, lê cesedê gelek penaberan hatin dîtin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê herî kêm 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku hate îdîakirin li Viyana û welatên cuda yên Ewropayê komkujî plan dikirin.