ROJEVA 17'Ê ADARA 2020'AN

Çend ji rojevên sereke yên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Elîf ronahî qala şehîda destpêkê ya jin a PKK'ê Besê Anûş kir û got, "Hevala Besê demeke kurt piştî ku tevlî PKK'ê bû şehîd ketibe jî bi sekna xwe bandor li pêşketina tevgera jinê kir."

Zarokên ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan û xwe li Kampa Waşokanî girtin, li aliyekî alîkariyê didin malbatên xwe ku ji xwe re stargehekê ava bikin, li aliyê din jî xewn û xeyala vegerê dikin.

Meclîsa Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad ku li paytexta Elmanya Berlînê kar dike, li dijî şewba vîrûsa Koronayê ji bo xurtkirina piştevaniya civakî Maseya Krîzê ava kir.

Qralê berê yê Spanyayê Jûan Carlos bi karên nelirê tê sûcdarkirin, lewma dewletê dawî li tedarikkirina lêçûnên wî anî. Qral Felîpe yê 6'emîn jî ku hewl dide xwe ji vê skandalê rizgar bike, ragihand ku wî mîrateya bavê xwe red kiriye.

Bi polîtîkaya şantajê ya dewleta Tirk re ku berê penaberan da ser sînor, drama li kampên li Yewnanistanê giran dibe.

Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin derket 18’an. Li tevahiya welat, hemû kulûb, bar û dîskotekên şevê ji doh û vir ve hatin girtin. Parlamentera HDP’ê û aktivîsta TJA Dr. Semra Guzel diyar kir ku ji bo tedbîrên li hember vê vîrusê ya herî girîng avakirina şert û mercên paqijî û hîjyenê ye.