ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Parlamenterê Wanê yê ji Partiya çepên Kesk Mahmûd Dîndar got, yekane rêya rizgariya ji krîzên aborî, siyasî û civakî bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye û bang li gel kir ku bala xwe li ser mijarê be.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayan bal kişandin ser berxwedana bêhempa ya li dijî êrîşan û destnîşan kirin ku dijmin li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê asê maye.

- Çalakiyên ku ji ber salvegera qetilkirina Jîna Emînî bêne lidarxistin wê werin şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Ferhat Akdenîz (Dilgeş Zîlan Gûzereş) ê ku şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku hêzên gerîla di şerê tunelan de îradeyeke mezin nîşan didin û di dîroka şer de rûpeleke nû afirandine.