ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya qeyûman wê bên şopandin.

Fermandarê HPG'ê Mahîr Denîz: Eger malbatên êsîrên di destê me de dixwazin zarokên xwe bi saxî û selametî bibînin bila hesab ji rejîma AKP-MHP'ê bipirsin. Ji ber ku ji bilî hewldana kuştina zarokên wan tiştekî din nakin.

Ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê 47 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê li dijî feraset û sîstema komkujî-qirker a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin.

Nobedarên vê hefteyê yên li Strasbourgê koma ji Salzgitterê ye.

Meclîsa Federal a Elman der barê 'herêma ewle' de ya li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rapora pispor amade kir. Li gorî rapora ku gihîştiye ANF'ê haya hikumeta federal ji rewşa li herêmê nîne.

Girîngiya hilberîna elektrîkê ku enerjiya xwenûkirî ye roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî depokirina enerjiya ba û rojê di wê astê de ye ku dikare pêşî li zêdekirina hilberîna wê enerjiyê veke.

Li gorî lêkolîneke ku li Fransayê hate kirin, gel dixwaze di mijara hawirdorê û avhewayê de çareseriyên lezgîn bê peydakirin ku vê yekê ji hêza xwe ya kirînê û krîzên li qada civakî girîngtir dibîne.