ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Nûnerê Maloca Internationale Leonardo Rodriguez Perez anî ziman ku bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re li Sûriye û Iraqê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û got, divê dewleta Tirk weke hêza dagirker bê pênasekirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê bi hevkariya dewletê û sektora taybet xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û got, "Ya ku li vir li ser kar e, hiqûqa mêtingeriyê ye."

Şoreşa Rojava bi bandora jinê îlhameke mezin da civakê, têkoşîna azadiyê ji bo civakê kir nîşaneyek. Dosya Nûjiyan Adar- Beşa 1'emîn.

Li Başûrê Kurdistanê kevneşopiya nokeriyê xera nabe û li gel dewleta Tirk xiyaneta li gelê Kurd dewam dike.

Yek ji hezaran lehengên Kurdistanê gerîlayê HPG'ê Ernesto Che Guevara bû. Ji bo azadiya gel û welatê xwe bi biryardariyeke mezin heta kêliya dawî têkoşiya.