ROJEVA 16'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî têne lidarxistin, wê bêne şopandin.
- Seroka Koma Dîe Lînke ya Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku tevlîbûna li meşa Kolnê ya navendî ya 17'ê Sibatê gelekî girîng e û got, "Tirkiye xitimî ye. Mifteya vê jî tenê Birêz Abdullah Ocalan e."
- Siyasetmedara girtî Leyla Guven anî ziman ku bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan têrê nake, divê ji aliyê fîzîkî ve jî azad bibe û got, "Pêwîstiya me bi ruhê serhildanan heye ku ji salên 1990'î heta salên 2000'î pêk hatin."
- Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Serhat Yildirim destnîşan kir ku ew bi biryar in, polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser ciwanên Kurdistanê bişikînin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser felaketa li navçeya Îlîç a Erzînganê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê Tirkiye tavilê ji mejiyê dijminê xweza û mirovahiyê rizgar bibe.
- Besê Erzîncan anî ziman ku şêweyê têkiliyê yê ku sîstem ferz dike jinê dike kole û got, "Li dijî mejiyê desthilatdarî û dewletê divê têkoşîn bê meşandin. Eger têkoşîn neyê kirin hevaltî û têkiliyeke rast nikare bê danîn."