ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2019’AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Mijdara 2019'an.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê got ku dewlet hurmetê nîşanî qanûnên xwe jî nade.

Rêvebera TÛAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût derbarê êşkenceya li ser girtiyan got ku “Girtî diyar dikin ku ewlehiya wan tune.”

Ji Dihê koçî Mêrsînê kiribû. Li Avaşînê dest bi sonda tolhildanê kir. Ji wir derbasî Basya, Şengalê bû. Êdî li Gabarê Şerjin bû.

Radyoya Swêdê (Sverîges Radîo-Sr) diyar kir ku komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê sûcên şer dikin û hin delîlên nû hatine bidestxistin.

Profeseroê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassolî êrîşên dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Penaber û rojnamegerê li kampa penaberan a Evûstralyayê Behrûz Bokanî azad bû. Bokanî li kampê pirtûkek nivîsandibû.

Li Îranê 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin.