ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Adara 2020'an.

Beriya niha bi 32 salan zêdeyî 5 hezar mirov ji aliyê rejîma Saddam ve bi gazên kîmyewî bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Komkujiya Helebçeyê beşek ji qirkirina Kurdan bû ku navê Operasyona Enfalê lê hatibû kirin. Bi dehan sal di ser re bihurîn, hîn jî xwîn ji birînê tê.

Wekîla Swêdî Desîree Pethrûs got, "Erdogan penaberan ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Di heman demê de dixwaze aramiya Ewropayê xera bike. Li Tirkiyeyê rewşa aborî zêde nebaş e."

Drama penaberan a li ser sînorê Tirkiyeyê dewam dike, ku piştî rejîma Erdogan deriyên sînor vekir dest pê kir. Eşkere bû ku Elmanya di kêliya dawî de ji planeke qebûlkirina 40 hezar penaberî vegeriyaye.

Li gel senaryoyên metirsîdar ên têkildarî Covîd-19, her wiha sê senaryoyên rizgariya ji vê vîrûsê jî tên nîqaşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Artemêtanê ku desthilatdariya AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser, mizgeftan dezenfekte dikin, lê belê li dêran tiştekî wiha nakin. Serokê Komeleya Dêran a Wanê Vahît Yildiz nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê diyar kir ku di nexweşên Covîd-19 de dermanên antî-enflamatûar nexweşiyê girantir dikin. Pêşniyarê dike ku dema canê mirovan bisincire paracetamol bi kar bînin.