ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên ku li dijî qeyûman pêk tên wê bên şopandin.

Yek ji dengbêjên ku bi huner û berhemên xwe di dîroka Kurdan de xwedî cihekî taybet e, Mihemedê Canşah e. Klamên Canşah ji aliyê neviyên Ûsibê Seydo ve hatin berhevkirin û pêşkêşî gel hatin kirin.

DAÎŞ'iyê ku li Swêdê ji sûcê kuştinê tê darizandin li dadgehê got, ne ceza divê xelat jê re bê dayin. Lê belê dadgehê cezayê 15 sal û 10 mehan ê girtîgehê yê ji ber sûcê kuştinê li DAÎŞ'î birî.

Gulîstan Fermerzî ku sala 2005'an bi gotina "Ez ê hewl bidim bibim bersiv ji bendewariyên gelê me, Rêberê me û dîrokê" tevlî nava refên gerîla bû, di sala 2012'an de şehîd bû.