ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- KCK'ê Komkujiya Helebceyê şermezar kir û ragihand, ku Komkujiya Helebceyê di çarçoveya plana Qirkirina Kurdan de hatiye kirin. KCK'ê destnîşan kir, ku hîn jî metirsiya qirkirinê li ser gelê Kurdistanê heye.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedanê hate rawestandin û got, "Rêyeke bi tenê heye, ew jî rêya çareseriyê ye. Muxatabgirtina Rêber Apo ye. Wekî din rê nîne."

- Ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dengdana li derveyî welat û li gumrukan wê 27'ê Nîsanê destpê bike û 9'ê Gulanê bi dawî bibe.

- Ji bo Erdogan rewş piştî erdhejê zehmet bû. Bawerî bi desthilatdariyê nema ye. Bahçelî jî hîn jê heye ku bi gefxwarina li derdorê, bi heqaretê dikare desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle.