ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman wê bên şopandin.

Yên ku 28 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li Amedê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew xwedî li îradeya xwe derdikevin û gotin, "Heta ku qeyûm ji şaredariyên me derkevin berxwedana me wê bidome."

Mêrdîniyan diyar kirin ku wê dagirkeriya qeyûman qebûl nekin û gotin, "Em gelekî xebitîn û îradeya xwe nîşan dan. Em mayinde ne ew ên çûyînê ne."

Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk destnîşan kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, di vê pêvajoyê de pêwîstî ye ku kongreya neteweyî bê kirin.

Nûrî Adnan di sala 2018'an de tevî çend wênevanên profesyonel ên Efrînî li kampên Berxwedan û Serdemê kirin ku bi hezaran zarok hestên xwe bineqişînin.

Herêma firatê bi dersên ji perspektîfa neteweya demokratîk, perwerdeya zanistî û pirzimanî dest bi serdema perwerdeyê ya salên 2019-2020'î kir. Bi deh hezaran mamoste û bi sed hezaran xwendekaran dest bi dersê kirin.

Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi sala nû ya perwerdeyê kirin. Li Herêma Cizîrê ku xwedî perwerdeyeke ji pirzimanî ye wê 230 hezar û 489 xwendekar bi zimanên xwe yên dayikê perwerdeyê werbigirin.