ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan  a 15'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd: Bi peymaneke siyasî QSD û artêşa Sûriyeyê dikarin ji Serêkaniyê heta Idlibê li dijî dagirkerî û terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Ji 18'ê Adara 2018'an de li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 545 sivîl hatin qetilkirin, 6000 mirov hatin revandin, bi dehan dibistan û mal veguherandin êşkencexane û zindan. Efrîn di nava 2 salên dagirkirî de ji aliyê dîrok, xweza û çandê ve hate talankirin.

Aktîvîsta TJA'yê Hayriye Korkmaz diyar kir, êrişên li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan tên kirin bi destê dewletê ne û got, "Bi van êrişan dixwazin baweriya Elewiyan tine bikin."

Polîtîkayên şer ên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne bi daneyên TUÎK'ê careke din eşkere bûn. Li Tirkiyeyê ku newekheviya hatin û çûyînê lê gelekî zêde ye, li bajarên Kurdistanê bêkarî û xizanî li pêş e.

Hêviya ji bo bidawîbûna şerê bazirganiyê yê navbera DYE û Çînê, bi daxuyaniya li ser lihevnekirina der barê baca zêde ya gumrukê careke din têk çûn.