ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandar Bawer Dersim anî ziman ku gerîlatiyeke bêhempa tê kirin û bi rêbaza lêdanê, biryardarî, dilsozî û encamgiriyê, gerîlatiya sedsala 21'ê tê meşandin.

- Gerîlaya YJA Starê Eylem Cûdî diyar kir ku gel bi saya gerîla, gerîla jî bi saya gerîla hene. Gerîlayê HPG'ê Husên Azad jî got, "Yên ku digotin wê di nava 72 saetan de biqedin, bi xwe qediyan."

- Di ser Komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir re 15 sal derbas bûn ku nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê birîna xelkê Êzidî mîna roja destpêkê teze ne. Êzidiyan piştî fermana 73'an a 3'ê Tebaxa 2014'an xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî îrade.

- Mihemed Cemîl Îbrahîm û Ednan Şêx Mihemed ragihand ku gelê Kurd di têkoşîna bi salan de berdêlên gelekî giran daye û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyan divê Şerê Gel ê Şoreşgerî bê pêşvebirin.

- Hevserokê Desteya Maliyeyê ya Rêveberiya Xweser a Efrînê Arîf Şêxo ku firsend dît du caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, wiha got, "Bi derketina Rêber Apo û partiyê re li Kurdistanê hêviya gel jinûve zindî bû."

- Serokkomarê çepgir Gûstavo Petro ku hefteya derbasbûyî li Kolombiyayê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, weke karê destpêkê qanûnek amade kir ku karibe ji dewlemendan hîn bêhtir bacê bistîne.