ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Siyasetmedar Fûat Kav anî ziman ku manîfestoya berxwedanê ya ji aliyê Mazlûm Dogan, Çaran û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ve hate afirandin veguherî manîfestoyekê ku ji bo zindanan hemûyan derbas dibe.

Parêzerê Fransî François Devedjian Abdullah Ocalan weke Mandelayê Kurdan pênase kir, anî ziman ku ji bo azadiya wî divê têkoşîn bê kirin û got, CPT di mijara tecrîda li Îmraliyê de divê daxuyaniyekê bide raya giştî ya Tirkiyeyê.

Bêrîvan Şêxmûs ku bi stranên Kurdî serî li ber rejîma Baasê rakir, got "Keseke-î ku bi zimanê xwe yê dayikê nikare biaxive, nikare çand û hunera xwe biparêze, ew kes nikare xwe jî biparêze."

Gerîla di salvegera berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de bi ruhê şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakiyan dikin û hesab ji dijmin dipirsin.

Şer ne tenê di navbera gerîla û dagirkeran de ye; hêzên noker temenê dewlweta Tirk dirêj dikin. Tevî her tiştî jî gerîla bi berxwedana xwe ya bi heybet serketina xwe dewam dike. Zeynelên hemdem mehkûmî têkçûnê ne.