ROJEVA 14'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Em didin pey şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojavayê Kurdistanê hiştiye û guh didin gelan...

- Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn li ser çalakiyên greva birçîbûnê axivî û got, "Çalakgerên greva birçîbûnê xwedî daxwazên gelekî rewa û qanûnî ne."

- Parêzer Newroz Ûysal diyar kir, armanca çalakgerên greva birçîbûnê vekirina rêya demokratîk a ber bi aştiya civakî ve ye û got, divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.

- Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne li dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî bên darizandin Awûstûrya kete nava liv û tevgerê. Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Kickl ji bo vê yekê serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê da.

-Nîsan bû. Xakurkê bi rengê kesk xemilî bû. Min ew li vir nas kir, yek ji wan kesan bû ku gelekî hez ji jiyanê dikir. Ji Geverê bû. Yek bû, yekîtî bû. Di fînalê de fedayiyek bû.