ROJEVA 13’Ê ÎLONA 2014

ROJEVA 13’Ê ÎLONA 2014

- Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kamuran Karaca da zanîn ku sala perwerdeyê ya nû bi gelek pirsgirêkan vedibe û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan wê di 24’ê Îlonê greva rojekê pêk bînin. Karaca da zanîn ku bi rêgez li meseleya perwerdeya zimanê dayikê dinêrin û got: “Hikûmet divê bersivê bide daxwazên civakê û gavan biavêje. Ji ber ku berpirsyarî li ser milê wan e. Ev daxwaz bi şîdet û zorê nayên çewisandin. Ev parçeyeke pêvajoya çareseriyê ye."

 - Şer û pevçûnên li Başûrê Kurdistan û Rojava yên di navbera hêzên Kurd û çeteyên DAIŞ de wê bên şopandin.

- Dêrik yek ji bajarên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Nifûsa wê di navbera 45-50’î hezarî de ye; lê belê bi Şengaliyên ji ber hovîtiya DAIŞ xwe rizgar kirine, hatine Kampa Newroz û li hin gundan bi cih bûne nifûsa wê zêde bûye..

-Komxebata Aboriyê ya li Amedê wê xebatên xwe bidomîne.

- ÎHD û xizmên windayan li Êlih û Amedê bi dirûşmaya  "Bila winda bên dîtin fail bên darizandin” wê bên gel hev û li aqubeta zarokên xwe bipirsin.

 - Dayikên Şemiyê yên Stenbolê dê çalakiya xwe ya 'Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin' a hefteya 494'an li Qada Galatasarayê li dar bixin.

- Gelê Îskoç wê 18’ê Îlonê ji bo çarenûsa xwe deng bide. Mijarên wê welêt bi Brîtanyaya Mezin ve girêdayî bimîne yan jî serxwebûnê hilbijêre bi şantajên li qada aboriyê didomin.