ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Çalakiyên ku ji bo protestokirina xespa îradeyê ya li Colemêrgê tên lidarxistin, wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

- Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav anî ziman ku armanca Hîtler a li kampan çi bû, armanca pêkanînên li Girtîgeha Amedê jî ew bû û got: “Di şexsê girtiyên li Girtîgeha Amedê de xwestin vîna neteweya Kurd bişkînin. Çalakiya hevrê Mazlûm çalakiyek ku nexşerê bi zelalî derxist holê bû.”

- Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê di salvegera 42’yemîn de Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û bang li her kesê kirin ku bi ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li dora pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” kom bibin û heta ku faşîzma qirker û mêtinger hildiweşe berxwedanê geş bikin.

- Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku çand û huner nasname, ziman û hebûn e û got: “Bi çand û hunerê re xweparastina jinê hat pêşxistin.”

- Hevseroka Egîtîm-Sen a Şaxa Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu bertek nîşanî pêşnûmeya ku wê di Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê de guhertinê çêbike da û got ku divê demildest pêşnûme bi şûn de bê kişandin.

- Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selam Elî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker axivî û got: "Armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina başûrê Kurdistanê ji bo dewlemendiya axa wê û statûya wê ya stratejîk e."