ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Mijdara 2019'an.

Rewşa dawî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.

KJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand û bang li jinên dinyayê bi taybetî jinên Kurd kir ku têkoşîneke hevpar bikin, yekîtiya jinê biafirînin, bi vî rengî li ber tundiya li jinê rabin û tevlî çalakiyan bibin.

Hevserokê Kantona Hesekê Oso got, dagirkeriya dewleta Tirk berê bi ser neket, wê îro jî bi ser nekeve û anî ziman ku mirovên ji ber dagirkeriyê koçber bûne pêwîstiya wan bi alîkariya navneteweyî heye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û şervanên Parêzvanên Xabûrê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê parastina herêma Til Temirê dikin, destnîşan kirin ku wê xaka xwe û gelên xwe biparêzin.

Bi hezaran mirovên ji Girê Spî ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man warê xwe biterikînin li Reqayê di nava şert û mercên giran de ne.

Piştî ku rejîma Erdogan gef xwar ku wê çeteyên DAÎŞ'ê bişîne welatên rojavayî, li Ewropayê bi taybetî jî li Elmanyayê tirsa ji êrişeke gengaz a terorê zêde bûye.