ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Kanûna 2019'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên werin şopandin.

Di sala 2019'an de pirsgirêka girtiyên nexweş dewam kir. Li girtîgehan hîn jî 1333 girtiyên nexweş hene.

Doç. Dr. Osman Aytar ragihand, ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve karekî serketî yê dîplomatîk meşandiye.

Ji Rojava bû ku li Tirkiyeyê Fakulteya Tipê dixwend. Hez ji wêne, helbest û muzîkê dikir.  ji damezrînerên Koma Amed bû. Bi deng bû, bû gerîla. Evdilmelik Şêxbekir navê xwe nivîsand û xatir xwest.

Têkoşîn Botan ku piştî birayê xwe Botan tevlî nava refên gerîlayên YJA Starê bû got, "Dilsozî tê wateya pêkanînê. Ya ku li dû şehîdekî mirov dikare bike ew e ku li pey şehîd bimeşe û xewn û xeyalên wan pêk bînin."