ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bûye sedema êş û hêrsekî mezin, wê bi pêngava tolhildanê ya li ser navê wî bê destpêkirin, wê ji sîstema qirker hesab bê pirsîn.
Hevserokê Giştî yê Kongra Gel Remzî Kartal anî ziman piştî 34 salan a girtina dosyaya Olof Palma û şûnde divê hikûmeta Swêdê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.
Hevserokê DTK’ê Bedran Ozturk, têkildarî Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd axivî û got: “Di vê xebatê de girîngiya partiyan nîne. Girîngiya siberoja gelê me û Kurdistanê heye.”
Li Parlamentoya Swêde Partiya Çepgir û Lîberal rexneyên giran li AKP'ê kir, ku darbeyê li vîna gel dike.
Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Herêma Zîlan a nêzî 90 sal in bi qetlîam, koçberî, bendav, talan, mêtingerî û HES’an dixwaze sirûşt, dîrok, erdnîgarî û siberoja gelê Kurd tine bike.
Weke her Şemî wê îro jî çalakiyên xizmên winda û dayikên şemiyê bê şopandin.
Li Elbak a hê birînên erdhejê nehatî pêçan hinek AKPy’iyên ku ketin tevgerê li dorî Mûgdat Sarihan ê AKP’yî kom dibin bi vekirî pere û bertîlan ji xelkê digirin.