ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Adara 2020'an.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û destnîşan kir, gelên herêmê mîna sedsal beriya niha bêîrade, bêrêxistin, bêhêz nînin. Ok got, "Kurdên ku sed sal berê ji nedîtî ve dihatin, bi rola pêşengiyê radibin."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand, pîrozbahiya navendî ya Newrozê ku wê 21'ê Adarê li Frankfûrtê lidar bixistana ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê betal kirine.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven polîtîkayên AKP'ê yên li dijî Kurdan rexne kir û got, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê krîz bi dawî nabe.

Vîrûsa Korona Covîd-19 ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi rengê pandemî belav dibe. Hejmara mirovên li cîhanê bi vîrûsê ketine 131 hezar derbas kir. Tê texmînkirin ku li DYE'yê bi 150 milyon kesî bikeve.

Li Sûdan a Başûr ku sûcên gelekî giran lê hatin kirin, bi hêviya ku dawî li şerê navxweyî bîne hikumeteke nû hate ragihandin.

Li gorî îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê, rastgirên tund li dijî demokrasiyê metirsiya herî mezin e û yek ji sê rastgirên tund ên weke 'dijminê navxweyî' tên dîtin, xwedî 32 hezar alîgiran e ku ji tundiyê re amade ne.