ROJEVA 12'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Aktîvîstên TJA'yê Ayşe Gokhan û Zahîde Besê gotin, jinan di oxira sîstema hevserokatiyê de berdêlên gelekî giran dane û diyar kirin, hevserokatî modela jiyana hevpar e.

- Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven û got, "Gelê Colemêrgê heta dawiyê bi wekîla xwe re ye."

- Dewleta Tirk 12'ê Kanûnan 1980'î avêtibû ser mala welatparêzekî Kurd a li Qamişloyê û 16 kesên li malê yên ji rêxistina KAWA kuştibû. Di ser vê komkujiyê re 38 sal derbas bûn. Şahidên komkujiyê gotin, dewleta Tirk ji bo karibe Kurdan bikuje her tim ji xwe re bahaneyekê dibîne.

- Li Colemêrgê elektrîk tim û tim qut dibe. Lê tevî vê yekê jî gelê bajêr fatûreyeke zêde dide. Şêniyên Colemêrgê dibêjin, dewlet hewl dide berdêla krîza aboriyê ji gelê Kurd bigire.