ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Îlona 2019'an.

Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand, dewleta Tirk li Efrîn a ku dagir kiriye hîn jî sûcê şer dike.

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir, desteserkirina şaredariyên HDP'î darbeyeke siyasî ye û got, "Em ê mafên xwe yên rewa hemûyan bi bkar bînin û li dijî darbeya sivîl li ber xwe bidin."

Pispora Tip a Edlî Prof. Fîncanci der barê cenazeyên li tipa edlî axivî û got, "Cenaze hatine tespîtkirin, şopa tiliyan hatine wergirtin, ti guman nîne û hîn jî di DNA'yê de israr dikin. Wê demê ev yek hewldanek ji bo acizkirina wan malbatan e."