ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li ser Minbicê wê bêne şopandin.

Hevberdevka DBP'ê ya Herêma Marmarayê Vîldan Dogan bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li ser Rojava û got, ne tenê Kurd her wiha divê hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê jî li ber vê yekê rabin.

Cîhan Mistefa ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma ji Şehbayê koçî herêmên ewle bike got, "Zilmeke mezin li gelê me hate kirin. Lê belê em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve."