ROJEVA 11'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK'ê reh berdaye nava civaka Kurd; bûye ruh, mejî û paşeroja civakê û got, "Hûn nikarin PKK'ê tasfiye bikin. PKK êdî tevgerek nîne, PKK gel bi xwe ye."

- Greva birçîbûnê ya li Swîsreyê di roja 5'an de ye. Çalakgerên jin gotin, "Ji bo Rêberê xwe em ê xwe ji têkoşînê venegirin" û bang li CPT û Ewropayê kirin ji bo bi erka xwe rabin.

- Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kampên ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî wan ji nedîtî ve tên, bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberan xwedî dike.

- AKP a ku li Colemêrgê dike nake nikare nikare piştgiriyê ji gel bibîne, qeyûmê xwe kir namzetê Serokatiya Şaredariya Colemêrgê.

- Planên qirêj ên Tirkiyeyê yên li ser Iraq û Kerkûkê zelal dibin. Çeteyên li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin.

- Piştî ku hikumeta Brîtanyayê dengdana li ser Brexîtê taloq kir, Konseya Ewropayê biryar da ku civîneke bilind a taybet li dar bixe.