ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Îngîltere, DYE û NATO ji bo tasfiyekirina PKK’ê bi her awayî alîkariyê dide PKK’ê û got “Heke Tirkiye vê piştgiriyê wernegire wê nikaribe şer bidomîne û piştî demeke kurt têk biçe.”

- Gerîlayê HPG’ê Ronî Botan ê ku tevlî berxwedana Zapê bûyî wiha got: “Dijmin çawa sala 2008’an li Zapê rastî têkçûnê hat, wê di sala 2022’an de têkçûnek ji wê gelek mezintir bijî. Wê nekarin wisan bi hêsanî ji Zapê derkevin.”

- Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş da zanîn ku li aliyekê 21 rojnameger tên destgîrkirin li aliyê din jî hewl didin bi zagona dezenformasyonê rojnamegertiyê bixin bin zextê de û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê gel jî deng derxîne û xwedî li mafê xwe yê nûçe girtinê derbikevin.

-Welatparêzê bi navê Îsmet Tîmurturkan li Kibrisê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin 10 hezar îmze kom kir. Tîmurturkan got “Roj roja xwedîlêderketina rûmet û gerîlayan e.”

-Hemwelatiya Komara Çekê Marketa Vselîchova ji bo piştgiriya gelê Kurd ê ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike di sala 2015’an de çûbû Rojava û serboriyên xwe kir pirtûk.

-Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan wekî salên borî dîsa li Wanê dest bi vekirinên komî yên xeyalî dike. ‘Xizmetên’ herî baş a Erdogan dîsa bû girtîgeh, avahiyên edliyeyê û emniyetê yên nû.