ROJEVA 11’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

ROJEVA 11'Ê GULANÊ

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

- Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk diyar kir ku bandorên hilweşîner ên neçareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîdê, pir berfireh in û got ku şikandina tecrîdê ji aliyê tesîsa demokrasiyê ve pir girîng e.

- Emîne Şenyaşar ku li Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê ya 846 rojî di 26’ê Tîrmeha 2023’yan de veguhezt Enqereyê, di roja 100’an de çalakiya xwe ya li ber Wezareta Edaletê ya Tirk didomîne. Bersiv ji daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşar re nayê dayîn.

- Endamê TEV-ÇAND’ê Serhed Zana anî ziman ku hunera şoreşê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan hat afirandin.

- Asayîşa PDK’ê 200 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand û winda kir. Ji wê rojê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nayên girtin.

- Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê daxuyaniya nivîskî da û Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 32’yemîn de bi bîr anî. Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hozan Mizgîn li Kurdistanê îfadeya herî bedew a jiyana azad, huner û şer e.