ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîda 21 salan a li Îmraliyê û got, "Ji sala 2015'an ve tecrîd bêhtir hate şidandin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de aktorê bingehîn Serok e."

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, ku tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin û got, li dijî vê yekê divê her kes têbikoşe.

Koma Xebatê ya li dijî windakirina bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Tirkiyeyê pêşniyarên di sala 2016'an de hatin kirin ji nedîtî ve hatiye û destnîşan kir, Tirkiye xwe ji çanda bêcezahiştinê xwedî dike.

Gotina ku herî zêde li gerîla Mazlûm Cûdî dihat 'ked' bû. Her tişt; hevrêtî, şer, jiyan û xwe bi kedê mezin kir.

Di tarîtiya şevê de kesî hev nedidît, lê belê şer bi rengekî giran dewam dikir. Zarokên êgir bi biryardarî diketin çeperan. Baweriya berxwedêran destûr nedida ku dagirker bikevin xaka pîroz.

Rojda Şekersoz ku dema dawî li Swêdê mohra xwe datîne binê fîlmên serketî, tevî fîlmên ku ji bo Swêdî û rojavayiyan çêdike, xwe weke parçeyek ji sînemaya Kurd pênase dike.

Bi deh hezaran ton dermanên çandiniyê ku ji ber bandora xwe ya kanserojenê li Yekîtiya Ewropayê bû mijara nîqaşê, ji welatên cuda re tên şandin û bi vî rengî jiyana bi sed milyonan mirovî dikeve nava xeteriyê.

Aktîvîteyên mirovî di nava 50 salên dawî de bûn sedem ku 70 ji sedî yê heywanên çolî tune bibe.