ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar gotin dema wê ye û bi navê "Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan" dest bi kampanyayê kirin.

Artêşa Tirk, li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, zarokan di perwerdeya leşkerî re derbas dike û ji bo çeteyan amade dike.

Malbatên şoreşgerên Elman ên li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şehîd bûn; malbatên Jakob Rîemer (Şiyar Gabar), Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) û Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) gotin, "Bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan em dixwazin têkoşîna wan bidomînin."

Sevîcan Yaşar ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2019'an de kete greva birçîbûnê, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê got, "Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe."

Li Fransayê giliyên ji ber tundiya li nava malbatê û tundiya li jinê di sala 2020'î de hatin kirin, li gorî sala 2019'an bi rêjeya ji sedî 60'î zêde bû. Li herêma 11'an a Parîsê, ji bo jinên hatin qetilkirin bîrdariyek hate danîn.

Ji bo bidawîbûna dema wezîfeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp tenê 10 roj man. Ji niha ve gelek hilbijartiyan daxwaza îstifaya wî kirin.