ROJEVA 11'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Prof. Norman Paech diyar kir, tecrîdkirina Ocalan bi ti awayî li nirxên mirovî nayê û got, bêdengiya dewletên Ewropayê jî ne ya qebûlkirinê ye.

- Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan li greva birçîbûnê ya Strasboûrgê axivî û ji bo şikandina tecrîdê bang kir. Siyasetmedar Necmettîn Demîralp jî got, "Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin."

- Nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên navdar jî di nav de zêdeyî 100 kesî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî bang kirin. Di bangawaziyê de hate bibîrxistin, Guven 65 roj in di greva birçîbûnê de ye.

- Endamê Meclîsa HDP'ê Necatî Pîrînççîoglû nerazîbûn nîşanî firotina malên Şaredariya Sûrê da û diyar kir ku Sûr bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin.

- Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok tifaqa li dijî faşîzma Hîtler bi bîr xist û got, li dijî Erdogan-Bahçelî û dewleta Tirk jî tifaqeke bi heman rengî pêwîst e.

- Abdullatîf Teymûr ji 26'ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê yê bêdawî û bê dorveger de ye. Xwişka Teymûr Gulseren Yildirim got, "Her kêliya bi bêdengî û bêçareserî derbas dibe, cînayet e."

- Ji sala 2016'an ve personelên tenduristiyê û doktor ji bo Wanê nehatine tayinkirin. Beşek ji personelên heyî jî bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatin dûrxistin an jî ji kar hatin avêtin.