Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- TJK-E'yê ragihand ku li Dusseldorfê wê careke din bang li saziyên navneteweyî bikin ku bi lez erk û wezîfeya xwe bi cih bînin û got, "12'ê Mijdarê divê jin, ciwan, gel û dostên me neçin dibistan û kar, cihê xwe di têkoşîna bi rûmet de bigirin."

- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baz Mordem û Helbest Koçerîn ragihandin ku ji bo bîranîna gerîlayên bi êrîşên kîmyewî şehîd bûn, wan li taxa Xaçort a Wanê çalakî kirine.

- Artêşa Tirk ku herî dawî bi şewitandina leşkerên xwe kete rojevê, li dijî Kurd ên sivîl bi her cûreyî hovîtî kir. Leşkerên Tirk ku li Vartînîsê malbatek bi saxî şewitandin, bi sedan sivîl jî şewitandin û avêtin nava bîrê.

- Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aboriyê heta bi  hunerê, ji jiyana civakî heta bi siyasetê, ji ekolojiyê heta bi dîplomasiyê bi her awayî xwe bi rêxistin kirin û xurt bûn.

- Ji Buroya Koç û Penaberan a EMEP'ê Hîlmî Miynat bal kişand ser mirina 9 Sûriyeyiyên li Bûrsayê ku 8 ji wan zarok bûn û got, eger tedbîr neyên wergirtin wê ji bo kedkarên Sûriye û Tirkiyeyî ku her roj bêhtir xizan dibin, pirsgirêk girantir bibe.