ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.
Êrîşên li ser Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li Kurdan û derdorên demokratîk kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê û got, parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye.
CDK-S û YJK-S bi daxuyaniyekê bal kişandin ser daxwazên xwe yên ji bo projeya Sûriyeyeke demokratîk û bang li hikumeta Swîsreyê kirin ku bi roleke çalak rabe.