ROJEVA 10'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Li Bakurê Sûriyeyê operasyona li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Rewşa dawî ya operasyonê wê bê şopandin.

Fermandarên YJA STAR'ê û HPG'ê bi bîr xistin ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê îdîa kiribûn ku wê destpêka 2018'an PKK'ê biqedînin û gotin, "2018 diqede, PKK mezintir dibe û bi vî rengî dest bi sala nû dike."

Ekolojîst Guner Yanliç got, di bin navê 'Veguhertina bajêr' de êrîş li taxên Amedê tên kirin û diyar kir, hewl didin dewlemendiya dîrokî û xwezayî ya Amedê ji xwe re bikin cihekî rantê.

- Hevberdevkê Platforma Sûrê Çetînkaya xwest, "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê tavilê bê rakirin ku qedexeya herî demdirêj a li cîhanê ye. Çetînkaya got, divê bê ronîkirin bê li wir çi qewimiye.

- Li Kolombiyayê, peymana aştiyê ya ku sala 2016'an bi FARC'ê re hate îmzekirin, gav bi gav dikeve rewşeke nediyar. Du salên dawî bi sedan parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin û ev yek dibe sedema tirs û fikaran.