ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hîn jî şerekî giran diqewime, divê kes bi xemsarî tevnegere û bang li her kesî kir, ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve.

- Parlamantera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku partiya wan wê ji her alî ve encamê hilbijartinê diyar bike.

- Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û rêxistinên Kurdistanî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di navbera 1-15'ê Sibatê de çalakiyan lidar bixin.

- Rojnameya Serxwebûnê ku 42 sal in li Ewropayê weşanê dike, hejmara xwe ya 493'an bi manşeta "Di sala 2023'an de em ê tecrîdê, komkujiyê û desthilatdariya we bi berxwedanê hilweşînin" weşand.

- Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Felsefeya Ocalan azad dike" çap kir.

- Viyan Soran: Bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin. Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê.