ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got, "Her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya me ya gelan û jinan diçe. Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir, gelê Kurdistanê 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibîne û destnîşan kir ku hebûna gelê Kurd bi rastiya Rêbertî ve girêdayî ye.

Rojnameya Newaya Jin ku Nîsana 2005'an dest bi weşanê kir û 16 sal li pey xwe hişt, hejmara 193'an gihand ber destê xwendevanan.

Endamên Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê nameyek ji Parlamenta Ewropayê û hikumeta Iraqê re nivîsandin û hişyarî dan ku hewldana serwerkirina kontrola navendî ya Iraqê li Şengalê, hewldanên metirsîdar in û işaret bi berpirsyariya PDK'ê kirin.

Wê rojê Ayten a Mîdyadî jî wê biçûya merasîma ji bo vekirina şehîdgehê û destegulek daniya ser gora Ayten a ji Kanîreşê.

Halîl rojnamevanekî lêgerîne û sînemagerek bû, lê beriya her tiştî şoreşgerekî baş bû. Li ti zor û zehmetiyê nealiqî, li dijî zehmetiyan têkoşiya. Ji bo her wezîfeyê bi cih bîne, afirandin ji xwe timî kir esas. Ti wezîfe nîvco nehişt. Bi nivîs, wêne û fîlmên xwe bû pirek di navbera gel û gerîla de.

Armanc Kerboran (Huseyîn Akdogan) ku 27'ê Mijdara 2011'an li navçeya Pîranê ya Amedê tevî du hevrêyên xwe şehîd bû, hevalekî nêz ê Halîl Dag bû. Armanc wê şehadeta Halîl 7'ê Nîsana 2008'an li Eyaleta Amedê ji bêtêlê bihîsta. Heman rojê li rojnivîska xwe nivîsek bi sernavê 'Halîl Şehîd bû' nivîsand. Di salvegera 13'an a şehadeta Halîl Dag (Ûysal) de em beşek ji Rojnivîska Bakur a Armanc Kerboranî bi we re parve dikin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan doza ji bo girtina HDP'ê nirxand û anî ziman, yên ku hewl dan nerazîbûna civakê bipîvin di Newrozê de bersiva xwe wergirtin.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede anî ziman ku wê li dijî doza girtinê civînên gel li dar bixin û li gorî pêşniyarên bên kir wê rê û rêbaza xwe diyar bikin.

Li Serêkaniyê, kesê ku pezên xwe li çêrgehek nêzî zeviyên TÎGEM'ê diçêran tevî mihiyên xwe ji aliyê jendermeyan ve hate destgîrkirin.

Li bajarê Palma yê Mozambîkê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin, Neteweyên Yekbûyî bi fikar e ku bi deh hezaran kes penaber bibin.