ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ku 2 sal in bi çekên kîmyewî dike, wê li bajarê Den Haag ê Hollandayê li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.

- Tevna 'Jin Paşeroja xwe Dihûnin' bi beşdariya bi sedan delegeyên ji 41 welatî, wê Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn li Berlînê pêk bîne. Haskar Kirmizigul diyar kir ku konferans wê karîger be.

- Xaziyên Kobanê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê encama berxwedaneke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, li Kobanê tenê kolanek di destê me de mabû û me bi îradeya xwe, ji wê kolanê xwe gihand Bahozê."

- Ji fermandarên HPG'ê Bêzar Semsûr qala yek ji fermandarên HPG'ê şehîd Bedreddîn Amanos kir.

- Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy destnîşan kir ku wê sînorên desthilatdarî datîne ber wan ti carî qebûl nekin û daxwazên xwe yên rewa timî bînin ziman.

- Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya 490'î ya Cotmehê weşand. Rojname bi manşeta "Hûn kîmyasalê bi kar bînin jî encam wê neguhere, ev gel wê azad bibe" hate weşandin.