ROJEVA 1'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.
- Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê bi dehan bendên polîsan bi navê 'ewlekariyê' daniye û bi vî rengî destdirêjiyê li gel dikin.
- Bi zêdebûna germa dinyayê re, 35 ji sedî ya herêmên berhemdar ku ji aliyê xwezayî û cihêrengiya bîo ve dewlemend in, ji sala 1970'ê û vir ve tine bûne.
- Serdana sê rojan a Erdogan ku pêr qediya, ji aliyê madî û manewî ve Elmanya xisirand. Gera Erdogan ku henekê xwe bi nirxên Elmanya dikir, tê gotin ku bi 8,7 milyon Euroyî xisar li Elmanyayê kiriye.
- Hejmara meha Cotmehê ya Rojnameya Mehane ya Jinan Newaya Jin derket.
- Cesûr Gever ku sala 1992'an li Colemêrgê ji dayik bû û sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû, sala 2015'an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Elkê de di dema çalakiyekê de şehîd bû.