ROJEVA 1'Ê ÇILE YA 2018'AN

Rojeva navenda nûçeyan a 1'ê Çileya 2018'an..

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Star Zozan Çewlig: Bersiva herî mezin a ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ku digotin, ‘em ê gerîla biqedînin’ ji gerîla hat’ û domand, ‘’Bi Sarayan me dest pê kir, bi Bêritan û Zîlanan me artêşa jinê geş kir, bi Delalan em ber bi siberojên azad û serfiraziyê ve diçin.’’

- Bîlançoya çalakiyên gerîlayên HPG'ê ya beşa 2'emîn a sala 2017'an de, eger ku mirov li çalakiyên mehan binere bîlançoya şer wê baştir were fêmkirin.

- Fermandarê HPG'ê yê Qada Şengalê Egîd Kelar got, gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe  ji polîtîkayên Başûr kişandiye û wiha got; "Li Başûrê Kurdistanê bi dest ve berdana xakê û raperîna gel encamên van polîtîkaya ne."

- Gerîlayên HPG'ê Hîwa Hêmin û Serdar Star sersala gelê Kurd pîroz kirin û wiha gotin; "2018 wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bibe sala azadiyê."

-Gerîlayên HPG-YJA Star'ê bi sala nû re 40'emîn salvegera PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku sala 2018'an wê di xeta Delal Amed de bibe sala serkeftinê.