ROJEV 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Ceylan bal kişand ser tecrîdê û got: “21 sal in tecrîd bi awayek sîstematîk didome. Desthilat û biyoqrasiya dewletê bi polîtîkaya tecrîdê tiştek bi dest nexistiye. Tecrîdê bi xwe re tundî, şer û mirin anî.”

Sekna fedayî ya gerîlayên Cenga Heftanînê destanan dinivsînin. Gerîlayên azadiyê ji bo tolhilîna lehengên nemir, berxwedanê mezin dikin.

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Rojhilat bal kişand ser berxwedana gel û gerîla ya li dijî êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê û got: “Eger gel û Gerîla bibe yek wê ti hêz nikare welatê me dagir bike.”

Li navçeya Şax a Wanê polîsê ku li odeya kamerayên mobeseyê ji şipakeya pansyonekî ku jin lê dima dinêrî û jin tacîz dikir ku hefteya borî hatibû destgîrkirin hate berdan.

Siyasetmedar û hunermendên ku ‘’Danezana Rûspiyan’’ îmze kirin gotin xilasî tene bi yekîtiya hêzê ya li dijî desthilatê dibe.

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan destnîşan kir ku girêdana nava gel her ku diçe ji hev dûr dikeve, anî ziman ku divê ku welatîbûnekî wekhev esas bê girtin ku nêzkirina gel jî weke xemekê bê girtina dest.

Yek ji kesê navdar ê ETA'yê Josu Ternere, ku Spanya li gel atmosfera aştiyê jî bi helwesta tolhildêr ji Fransayê dixwest, bişert tê berdan.