ROJAVA 26'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik, bûyerên di nava sala 2017'an de li Kurdistan, Tirkiye û Iraqê qewimîn nirxandin û gotin, "Sala 2017'an sala şer û têkoşîneke mezin bû. Sala 2018'an wê bibe sala hilweşandina faşîzma TC."

- Ayhan Bîlgen ê HDP'yî got, bi biryarnameya dawî re AKP welêt di nava darbe û şerê navxweyî de asê dike û bingehê ji derbasbûna Rewşa Awarte ber bi şer ve ava kiriye.

- Li pişt amadekariyên sûîqestên li Ewropayê ku wekîlê HDP'yî Garo Paylan ji nû ve xist rojevê, gelo çeteya AKP'ê Sedat Peker heye? Yek ji kesên ku çeteya 'Osmaniyên Elmanyayî' bi rêxistin kirine, endamê çeteya Peker Serdar Ekşîoglû ye.

- Qeyûmê li navçeya Payîzava ya Wanê Osman Dogramaci, Firna Nanê Gel a di dema şaredariya DBP'yî de hate vekirin pêşkêşî şîrketekê kir û çav berda nanê li gel tê belavkirin.