ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja bi komploya navneteweyî dîl hatiye girtin û vir ve, dewleta Tirk, hêzên herêmî yên paşverû û dewletên emperyalîst ên cîhanê xiste nava tirs û fikaran. Li Rojhilata Navîn, paradîgmaya modelên demokratîk û hemdem ên ji bo gelên Rojhilata Navîn tenê ji aliyê Ocalan ve hate ragihandin. Dîl hatibe girtin jî bandora wî, tevgera wî û mirovên xwedî lê derdikevin zêde bûn. Mîna Şoreşa Rojava bû afirînerê destketiyên dîrokî.
- Meclîsa Jinên Êzidî ya li Ewropayê, di 3'ê Tebaxê Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinan de, ji bo dengê jinên Êzidî bidin bihîstin bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.
- Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku ramanên Ocalan ramanên aştiyê ye û got, "Ji bo qedandina şer û pêkhatina aştiyê, divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin."
- Parêzer Demîr li ser doza êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Cizîrê axivî ku wê 13'ê Mijdarê li DMME dest pê bike û got, "Nirxandin û tespîtên li ser vê serlêdanê wê ji bo hemû serlêdanan, bi taybetî serlêdana li ser kuştina mirovên li jêrzemînan jî bi cih werin anîn."