Roja şînê ya gelên Kafkas: 21'ê Gulanê

Nûnerê gelê Çeçen ê li Mêrdînê Guler xwest Rûsya bi Qirkirina Kafkas re rû bi rû bê. Guler ev bang li AKP'ê kir: "Bila AKP qirkirina li me hatiye kirin, weke amûreke siyasî ji xwe re bikar nîne."

Nûnerê gelê Çeçen ê li Mêrdînê Guler xwest Rûsya bi Qirkirina Kafkas re rû bi rû bê. Guler ev bang li AKP'ê kir: "Bila AKP qirkirina li me hatiye kirin, weke amûreke siyasî ji xwe re bikar nîne. Dewleta Tirk a ku 100 sal in qirkirina li me hatiye kirin nabîne, çima niha dibîne... Li şûna ku vê bike bila Tirkiye Qirkirina li Ermeniyan hatiye kirin, qebûl bike."

Têkoşînên serxwebûnê yên gelên Misilman ên Kafkas li hemberî serdestiya Çarlika Rûs, rê lib er rûdana şerên di tevahiya sedsalên 18. û 19. de dewam bike, vekir. Di van şer û pevçûnan de gelên Kafkasya li komkujiyên mezin ên Rûsyayê rast hatin.

Gelên Kafkas her çend li qada serdestiya dewleta Osmanî de bûn jî, timî xweser ma û di navbera salên 1787 - 1829'an de di dema şerên Rûs-Osmanî de, li aliyê Osmaniyan cih girtin. Piştî ku Çarlika Rûs di şer de bi ser ket, Çerkesya bi Peymana 1829 Edîrne ya di navbera Osmanî-Çarlika Rûs de, ji serdestiya Çarlika Rûs re hat hiştin.

BI OSMANIYAN RE BIRYARA HEVPAR A SIRGÛNÊ HAT DAYÎN

Piştî vê demê Çarlika Rûs, şerîda peravên Derya Reş ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, biryar da ji gelê Misilmanê xwecihî xalî bike. Beriya her tiştî ji gelên Kafkas hat xwestin ku di her mijarê de serî li ber Çarlika Rûs bitewîne, di rewşeke berevajî de wê werin sirgûnkirin. Gelên Kafkasê ragihandin ku ew vê qebûl nakin û li ber xwe dan. Di sala 1860'î de Osmanî û Çarlika Rûs di mijara sirgûnê de li hev kirin. Çarlika Rûs ji ber ku nekarî serî li wan bitesîne xwest jê xilas bibe. Osmanî jî di vê dema ku qels bûbû, ji bo van gelên Misilman ji xwe re weke leşker bikar bîne û ji bo ji herêmên xaka xwe ya weke pirsgirêk didît rizgar bibe, sirgûnkirina van gelên Kafkas erê kir. Dewleta Osmanî bi vî rengî bû hevparê sirgûn û Qirkirina Kafkasan.

Şerên ji ber têkoşîna serxwebûnê ya gelên Kafkas di sala 1567'an de li hemberî Çarlika Rûs destpê kirin, di 21'ê Gulana 1864'an de bi têkçûna gelên Kafkas re bi dawî bû. Ev dem di heman demê de dema destpêkirina sirgûn û qirkirina Kafkasan e. Ji bo Çarlika Rûs cejn, ji bo gelên Kafkas jî roja şînê ye. Sirgûniyan du salan dewam kirin.

'ME MASÎ NEXWARIN'

Bi sed hezaran ji gelên Kafkas ên li keştiyên şer ên Çarlika Rûs û keştiyên Osmanî hatin siwarkirin, li Derya Reş fetisîn. Hin ji wan jî ji ber sekna bi mehan bi nexweşiyên şewbê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Nûnerê gelê Çeçen ê li Mêrdînê Adîl Guler diyar kir ku ji ber komkujiya li Derya Reş wan demeke dirêj masî nexwarine.

YÊN JI SIRGÛNÊ BI SAXÎ FILITÎN LI GELEK HERÊMAN BELAV BÛN

Yên ji sirgûniyê bi saxî filitîn li gelek herêmên Osmanî belav bûn. Gelên Kafkas ên bi sirgûnê hatin li Derya Reş di ser Trabzon û Samsûnê re li Anatoliyê, yên ji qada bejahî jî hatin di ser Qers û Erzîromê re li Kurdistanê bicih bûn. Niha li Tirkiye û Kurdistanê û Sûriyeyê ku hingî xaka Osmanî bû, gelên Kafkas hene. Tevî vê yekê gelên Kafkas ên berê xwe dan Balkanan jî hene.

Guler diyar kir ku ew jî hatine Mêrdînê û beşek ji malbata wan li herêma Mûşê maye.

NAVÊ HEVPAR 'ÇERKES'

Li erdnîgariya Kafkasyayê Çeçen, Abhaz, Adîge, Asetîn, Ûbihî, Dagistanî yên bi zimanên cuda diaxivin hene. Lê belê beriya Osmaniyan bi tenê ji Adîgeyan re 'Çerkes' dihat gotin. Piştî sedsala 17'an, ji hemû gelên li heman erdnîgariyê yên Misilman re 'Çerkes' hat gotin.

Guler da xuyakirin ku her çend di destpêkê de wan girîng nedabûn vê pênaseya giştî ya 'Çerkes' jî piştî bi salan her civak li hember vê rewşê derketine, xwe bi awayekî cuda îfade kirine, li hemberî pênasekirian navê hevpar ê 'Çerkes' derketine û got, "Her kes xwe çawa dibîne, divê bi wî rengî werin dîtin."

'EM DAXWAZA NASNAMEYA XWE DIKIN'

Gelê Kafkas ji ber polîtîkayên tekparêz û înkarê yên Komara Tirkiyeyê, nema dikarin xwe bi ziman û çanda xwe îfade bikin. Guler diyar kir ku di salên dawî de gelên Kafkas ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn di warê naskirina nasname û jiyana bi çand û zimanê xwe re hestyar bûne û got, "Li hemberî zîhniyeta tekparêz û înkarê ya 100 salî em jî dixwazin xwe îfade bikin."

'DIVÊ RÛSYA LI QIRKIRINÊ RÛ BI RÛ BÊ'

Tevî ku di ser re 151 sal derbas bûye jî heta niha Qirkirina li gelê Kafkas hatiye kirin bi tenê ji aliyê Parlamenta Gurcîstanê ve beriya sê salan hatiye qebûlkirin û xwest qirkirin li tevahiya qada navneteweyî bê qebûlkirin. Guler diyar kir ku ew ji Rûsyayê dixwazin bi Qirkirina Kafkasan re rû bi rû bê.

'BILA AKP QIRKIRINÊ NEKE AMÛRA SIYASÎ'

Guler da xuyakirin ku li Parlamenta Rûsyayê Qirkirina Ermeniyan hatiye qebûlkirin û ragihand ku hikûmeta AKP'ê jî qirkirina li wan hatiye kirin weke amûreke siyasî aniye rojevê. Guler got, "Bila AKP qirkirina li me hatiye kirin weke amûreke siyasî bikar nîne. Dewleta Tirk a ku 100 sal in qirkirina li me hatiye kirin nabîne, çima niha dibîne... Li şûna ku vê bike bila Tirkiye Qirkirina li Ermeniyan hatiye kirin, qebûl bike û ji me re bêje Rûsyayê qirkirin kiriye. Hingî wê watedar be."