'Roj roja têkoşînê û şikandina faşîzmê ye'

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji hemû hikumetên qirker ên beriya xwe bêhtir qirker e.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, ji ber salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Roj, nîşandana hêrsa li dijî faşîzmê ye."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurdistanê tên ferzkirin û hat gotin, "TC a mêtinger-qirker, ku sed sal e ji bo Kurdan qir bike çi ji dest tê dike, di salvegera heftemîn a Komkujiya Roboskî de cenazeyên gerîla yên li Şehîdgeha Garzanê ji gorê derxistin, birin cihekî ne diyar û bi vî rengî careke din nîşan da ku ji exlaq, wijdan, ol û mirovbûnê bêpar e."

ÊRÎŞA LI DIJÎ GORÊN GERÎLA

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê li ser êrîşa barbarî ya li dijî gorên gerîla ev nirxandin kir:

"Li dijî mêtingeriya ku hebûna xwe bi tinebûn û qirkirina me ve girê daye û li dijî nûnerê wê yê heyî faşîzma AKP-MHP'ê, gerîlayên me yên azadiyê canê xwe ji bo me feda kirin. Êrîş û bêhurmetiya herî mezin li dijî gerîlayên me yên azadiyê tê kirin.

Ji faşîzma AKP-MHP'ê heye ku bi zêdekirina polîtîkayên qirkirinê yên hikumetên beriya xwe dikare li hemberî me bi ser bikeve, serî li me bide tewandin û Kurdan qir bike.

Em gelê Kurd ku yek ji gelên herî kevn ên herêma me û dîroka mirovahiyê ne, zêdeyî du sed sal in ji bo hebûna xwe em têkoşiyan û me berdêlên mezin dan. Ciwanên Kurd li cîhaneke bê nasname, bê welat hatine hiştin ji dayik bûn, xwe fedayî gel û welatê xwe kirin, li dijî sîstema qirker bi heybetî li ber xwe dan û ev têkoşîna mezin weke garantiya hebûna gelê Kurd bi heybetî didome."

'WEKE MIROVÊN BI RÛMET ŞEHÎD BÛN'

Însiyatîfa Gel destnîşan kir ku ciwanên Kurd jiyana bê nasname, bê welat û bê rûmet weke xiyaneta li cewhera jiyanê dîtin û berxwedana ji bo jiyana azad, têkoşîna di vê oxirê de weke rêya hesabpirsîna ji sîstema faşîst mêtinger-qirker dîtin. Însiyatîfê got, "Ew weke fedayiyên mezin ên gelan û mirovên rasteqîn bi erk û berpirsyariya xwe rabûn. Weke mirovên bi rûmet li ber xwe dan, şehîd bûn û bi şehadeta xwe re berpirsyariya me zêde kirin."

Di dawiya daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk de wiha hat gotin:

"Em hebûna xwe deyndarê gerîla û şehîdên xwe ne ku garantiya jiyana me ya azad e. Ji ber demê bêhtir pêwîste ku em xwe bigihînin vê rastiyê.

Li pêşberî gerîla û şehîdên ku di emrê ciwantiyê de xwe ji bo me feda kirin, em erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Em xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi berxwedan û gerîlayên bi lehengî li ber xwe didin bibin yek. Em, faşîzma AKP-MHP'ê jî mîna yên beriya wan biavêjin çopa dîrokê.

Roj roja nîşandana hêrsa li dijî faşîzmê ye. Roj roja şikandina faşîzmê ye.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi fedakariyeke mezin li dijî sîstema qirker faşîst a ku nikare xwe li şehîdgehan, nikare xwe li şehîdê li gorê rabigire, li her cihî di her astê de helwestê nîşan bide û çalakiyan li dar bixe."