Rohat Alakom nivîsên çapemeniya Swêdê yên der heqê Kurdan kir pirtûk

Lêkolînvan-Nivîskar Rohat Alakom, nûçeyên domahiya 200 salan ên medyaya Swêdê lêkoland, bi navê “Di Çapemeniya Swêdê De Dîroka Kurdistanê” kir pirtûk.

Pirtûka bi zimanê Kurdî ku li Stockholmê ji hêla Weşanxaneya Apec hate weşandin, ji 2 beşan pêk tê. Di beşa yekem de têkoşîna Kurdan a 200 salan bê çawa di medyaya Swêdê de cih digire, hatiye ragihandin. Her raperînek û tevgerek Kurd cuda bi cuda tê pêşkêşkirin. Di beşa duyem de jî mijarên çandî, têkîliyên çandî yên Kurd-Swêdê cih digirin.

Tê dîtin ku domahiya salan di gelek rojnameyan de ku bi zimanê Swêdî li Swêd û Fînlandiyayê hatine derxistin, bi hezaran nivîs û nûçeyên têkîldarî Kurd û Kurdistanê hene. Wek mînak, Tevgera Mîr Mihemedê Rewandûzî ya sala 1837’an di rojnameya “Post och İnrikes Tidningar” ku sala 1645’an dest bi weşanê dike û rojnameya yekem a Swêdî ye, cih digire. Di pirtûkê de yek ji tevgerên ku bi berfirehî cih digire jî Raperîna Şêx Ûbeydullah e. Têkîldarî raperînên Şêx Saîd, Agirî û Dersîmê jî agahiyên sûdmend hene.

DI ÇAPEMENIYA SWÊDÊ DE KOMARA MAHABAD Û RAPERÎNÊN KURD

Rohat Alakom, di çarçoveya çapemeniya Swêdê de careke din li Şerîf Paşa ku salên xwe dayiyê vedigere û agahiyên nû yên di çapemeniyê de cih girtine jî parve dike. Tê dîtin ku têkîldarî Komara Kurd a Mahabadê jî hejmarek girîng a nûçeyan di çapemeniya Swêdê de cih digirin.

JINÊN KURD LI HESINRÊYAN WEK KARKER DIXEBITIN

Nivîskar têkîldarî vê mijarê analîzên nûçeyên balkêş ên çapemeniya Swêdê dike. Der heqê Xeta Hesinrê ya Keller (Fevzîpaşa) – Amedê ku sala 1927-1934’an ji hêla şîrketên Swêdî û Danîmarkî hate avakirin, di pîrtûka xwe de bala xwe dide nûçeyên çapemeniya Swêdî. Mijarek balkêş jinên Kurd jî di projeya hesinrê de cih girtine û wek karker xebitîne.

Di beşa Têkîliyên Çandî de ku bira duyem a pirtûkê ye, bi taybet li ser nûçe û nivîsên çandî yên Kurdan eleqeder dike tê rawestandin. Di vê beşê de em dibînin ku têkîliyên çandî yên Kurd-Swêd her ku diçe girîngtir dibe.

ZÊDETIRÎ 70 ÇÎROKÊN ZARO AXA

Alakom, her wiha cih dide bi dehan çîrok, destan û pêkanokên ku di çapemeniya Swêdê de têkîldarî Kurdan hatine weşandin. Di her du beşên din de jî çîrokên hunermenda dansê ya Kurd Leyla Bedirxan û Zaro Axayê Bedlîsî yê wekî mirovê herî bi temen ê cîhanê tê nasîn cih digire. Wek mînak, di mijara Zaxo Axa de zêdetirî 70 nûçeyan di çapemeniya Swêdê de cih girtine. Alakom, di vê beşê de ji ser çapemeniya Swêdê dikeve pey şopa Keştiya Nûh a li Swêdê.

Di vê beşê de çîrokên bi sedan parsekên ku dawiya sedsala 19’emîn û destpêka sedsala 20’emîn hatine welatên Skandînav tên vegotin. Ev parsekên ku dibêjin ji qadên cuda yên Kurdistanê endamên kêmneteweyên Xrîstiyan (Ermenî, Suryanî, Nestorî û Keldanî) in, tînin ziman ku dixwazin ji zarokên ku ji ber şer sêwî mane dibistanekê vekin an jî “dixwazin xizmên xwe yên ku ji hêla Kurdan dîl hatine girtin rizgar bikin” an jî “dixwazin dêrên xwe yên ji hêla Kurdan hatine şewitandin tamîr bikin” û parsektiyê dikin. Ev parsekên ku dikevin hezaran şiklî, piştre ji hêla polîsan tên dersînorkirin. Ev artêşa parsekan ji bo Kurdan mîna “xwînxwaran” nîşan bidin çi ji destê wan tê dikin.

‘PRENSÊ KURD’ KAKELO SEXTEKAREKÎ HÊJA YE

Li gor nûçeyên rojnameyan, tê îdîakirin ku ji bo perwerdekirina van parsekan û şandina welatên Skandînavyayê li Yewnanîstanê “Akademiyek” an jî li Rûsyayê “Acenteyek Kurd” heye. Em di pirtûkê de wêneyekî van parsekan ku bi cilên Kurdan hatiye kişandin jî dibînin.Yek ji beşên ku bi kêfxweşî tê xwendin jî li ser dirûnkaryê Misirî yê bi navê Kakelo ye ku di destpêka sedsala 20’emîn de xwe li Ewropa û Amerîkayê wek “Prensê Kurd” dide nasîn. Alakom, piştî li nûçeyên çapemeniya Swêdê dinêre, der heqê dirûnkaryê ku diçe kû derê nav û sifatên xwe diguhere dibêje, “Kakelo sextekarekî hêja ye.”