Rhawî: Di 1'ê Mijdarê de divê gel ji dîktatoriyên bi zîhniyeta DAIŞ'ê rizgar bibin
Ji nûnerên ESU Shleymûn Rhawî da xuyakirin, ku ji bo rizgariya ji hovîtiya Erdogan û AKP'ê, divê her kes di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin.
Ji nûnerên ESU Shleymûn Rhawî da xuyakirin, ku ji bo rizgariya ji hovîtiya Erdogan û AKP'ê, divê her kes di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin.
Ji nûnerên ESU Shleymûn Rhawî da xuyakirin, ku ji bo rizgariya ji hovîtiya Erdogan û AKP'ê, divê her kes di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin. Rhawî got, "Girîng hemû gel û derdorên civakî, ji bo di 1'ê Mijdarê de ji desthilatdariya bi zîhniyeta DAIŞ'ê rizgar bibin, di nava HDP'ê de bibin yek."
Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê re, gelên bindest ji bo careke din Erdogan û AKP'ê têk bibin, xwe amade dikin bi hêzeke hîn xurttir li dora HDP'ê bicivin.
Ji bo hilbijartinên giştî yên serdana 26. ên 1'ê Mijdarê, hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li welatên cuda yên Ewropayê dijîn, wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de li cihên ji aliyê Konsolosxaneyên Tirkiyeyê ve hatine diyarkirin, dengên xwe bi kar bînin.
Ji nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Shleymûn Rhawî, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û bang li hemû gelan bi taybetî jî Suryaniyan kir ku di navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
'7'Ê HEZÎRANÊ DEWLETA KÛR Û MEJIYÊ JORÎN, JI BINÎ VE HEJAND'
Rhawî got, "Derbasbûna HDP'ê bi rêjeya ji sedî 13'an a ji benda ji sedî dehan, dewleta kûr û mejiyê wê yê jorîn, ji binî ve hejand" û da zanîn, ku ji ber vê rewşê, bi pêşengiya Erdogan planeke din ketiye meriyetê.
Rhawî da xuyakirin, ku ev plan berhema siyaseta dewletê ya antî demokratîk, klasîk û înkarker e, ku vîna gelan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nas nekir û hewl da vala derxîne. Rhawî anî ziman, ku bi armanca şikandina vîna gelan, biryara pêkanîna hilbijartineke pêşwext di nava şert û mercên şer de hatiye wergirtin.
'JI BO DESTHILATDARIYA GELAN DIVÊ HDP WERE DESTEKKIRIN'
Rhawî axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo hemû gel û derdorên civakî, ji dîktatorên înkarker ên Tirkiye û Rojhilata Navîn rizgar bibin, ji bo xwe ji zîhniyeta DAIŞ'ê ya ji aliyê van ve hatiye afirandin rizgar bikin, girîng e di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de hîn bêhtir xwe bigihînin hev."
Rhawî destnîşan kir, ku ji bo xwîn û rondikên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dibarin bisekinin, pêwîste li şûna rêveberiyên xwedî zîhniyeta faşîst a DAIŞ'ê, rêveberiyên gel ên demokratîk werin avakirin û da zanîn, ku ji bo dema piştî 1'ê Mijdarê desthilatdariya gel pêk were, divê bi kedeke mezin xwedî li HDP'ê were derketin.
'PÊWÎSTE DI 1'Ê MIJARÊ DE PARÊZVANÊN AŞTIYÊ BI SER BIKEVE'
Rhawî diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê firsendeke mezin pêşkêşî gelan dikin, ku dersekê bidin sîstema înkarker û anî ziman, ku divê ev firsend baş were nirxandin. Rhawî got, "Kurd, Suryanî, Tirk, Ermenî, Rûm, Yahûdî, Laz, Çerkez, Çeçen, Boşnak, Tirkmen, Azerî, Roman, Ereb û hemû nasnameyên din ên etnîkî, Kafkasî, Balkanî, Asyayî, Mezopotamyayî, Xiristiyan, Êzidî, Yahûdî, Elewî, Sûnî û hemû komên ji ol û mezhebên cuda yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn; kedkar, jin, ciwan, rewşenbîr û hemû derdorên civakî, pêwîste enerjî û derfetên xwe bikin yek, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bêjin HDP û derseke mezin bidin sîstema înkarker."
Rhawî bang li hemû hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir ku di navbera 8-25'ê Cotmehê de, ji sedî sed biçin dengên xwe jib o HDP'ê bi kar bînin û got, "Girîng e di 1'ê Mijdarê de em parêzvanên aştiyê bi ser bikevin û şer bisekinînin."