Rêya Nice-Marsilya li trafîkê hat girtin, balafirgeh hatin dagirkirin
Rêya Nice-Marsilya li trafîkê hat girtin, balafirgeh hatin dagirkirin
Rêya Nice-Marsilya li trafîkê hat girtin, balafirgeh hatin dagirkirin
Li gelek bajarên Fransa Kurd rabûn ser piyan. Li ber Parlamentoya Parîs, li ser rêya Nice-Marsilya, li balafirgehên Bordeaux û Nice çalakî hene.
Piştî çalakiya li balafirgeha herî mezin a li Charles-de-Gaulle bi sedan kes li ber Parlamentoya Neteweyî hatin gel hev. Hejmara girseyê ku her saeta diçe zêde dibe, saet 23.38’an polîsan bi gazê mudaxele kir. Li ser zêdebûna hejmara girseyê destwerdan jî sekini, di navbera girseyê û sefaretxaneyê de bi wesayîtên polîsan dîwar hat çêkirin.
Li bajarê Bordeaux çalakiya dagirkirina televîzyona France 3 hat dagirkirin. Çalakvan piştre berê xwe dan balafirgehê. Nêzî 200 kesî li balafirgehê çalakî dan destpêkirin. Polîsan hişyariya ger dawî li çalakiyê neyînin wê mûdaxele bikin kirin.
Li bajarê Draguîgnan ji rêyên mezin ên Ewropa rêya wesayîtan a Nice û Marsîlya bi hevdu ve girê dide, saet 10.00’an derdora 300 kesî rê li trafîkê girtin. Çalakî hîn didome.