Rêya ku DAIŞ’ê ji bo teqwiyeyê bi kar dianî ket destê YPG’ê
Rêya ku DAIŞ’ê ji bo teqwiyeyê bi kar dianî ket destê YPG’ê
Rêya ku DAIŞ’ê ji bo teqwiyeyê bi kar dianî ket destê YPG’ê
YPG'ê li ser rêya gundê Helincê ku têre teqwiye ji Reqqa û Til Ebyedê ji bo çeteyan dihat, çalakî lidar xist û rê xist bin kontrola xwe.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên ji bo dagirkirina Kobanê de, her tim hêzên nû ji Reqqa û Tel Ebyadê taqwiye tînin. Ev rêya ku ji Reqqa û Til Ebyed tê, û di nava gundê Helincê re derbas dibe şevê din saet di 03.00'an de ketiye bin kontrola hêzên YPG. Li ser vê rêyê heta niha 3 wesayît û motorsîkletek hatine rûxandin. Komên çete ji bo vekirina rê êrîş kirin, lê ev êrîş ji aliyê şervanên YPG'ê têk çûn. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê deverê heta niha 15 çete hatin kuştin.
YPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê çalakiyên di çarçoveya pêngava rizgarkirina û paqijkirina Kobanê ji çeteyan bidomin û soz da her bihostek axa Kobanê wergerînin çeperên berxwedanê.