Rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe

Pêngava Edaleta Ji Bo Roboskiyê di salvegera 9’emîn a Qetlîama Roboskiyê de daxuyanî da û got ku, “Roboskî azmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê axê rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe.”

Pêngava Edaleta Ji Bo Roboskiyê di salvegera 9’emîn a Qetlîama Roboskiyê de ya ku di sala 2011’an de 17 jê zarok 34 kesên ji gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê bi balefiran hatibûn qetilkirin, li Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê û parlementerê HDP’ê Kemal Pekoz tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku 108 meh, 470 hefte û 3 hezar û 288 roj ji ser qetlîamê derbas bûye. Çevîrmen bal kişand ser vî tiştî ku artêşa Tirk 34 kesên sivîl qetil kiriye û got, “Ew qetlîam bobelateke mezin bû. Destûr nehatibû dayîn ku tîmên tendirustiyê biçin herêmê, malbatan ji neçarî cenaze li hêstir û romorkan kirin. Balefirên şer ên ku bi baca me hatibûn kirîn, bombe li ser ciwan û zarokan barand. Sedema van tiştan ev e ku edalet tune. Em alîgirê edaletê û aştiyê ne. Roboskî azmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê axê rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe.”

Parlementerê HDP’ê Kemal Pekoz jî diyar kir ku piştî qetlîamê heta 12 saetan rojname û medyaya wê demê qala qetlîamê nekirine û got, “ Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul spasî li Serokê Giştî yê Artêşê kirin. Li tu dera dinyayê piştî qetlîamê spasî nayê kirin. Divê berpirsyar werin cezakirin.”