Rêxistinên jinan dipirsin; gelo navê jinan tê paqijkirin?
Rêxistinên jinan dipirsin; gelo navê jinan tê paqijkirin?
Rêxistinên jinan dipirsin; gelo navê jinan tê paqijkirin?
Nêzî 50 rêxistinên jinan îlan da rojnameyan û bertek nîşanê veguhertina Komîsyona Derfeta wekheviya jin û mêr ya TBMM’ê ya li Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Malbatî, da.
Di îlanê de hate diyar kirin ku di 2011’an de ji wezareta dewletê ya berpirsyariya jinê hevoka jinê hatiye paqijkirin û veguherina wezareta polîtîkayên civakî û malbatî.
Îlana rêxistinên jinan wiha ye;
Niha jî di bin bana TBMM’ê de KEFEK tê girtin û hewl tê dayîn Komîsyona Polîtîkayê Civakî û Malbatî bê avakirin. Her wiha Midûriyeta GiştÎ ya Statuya Jinê jî bi giştî bê bandor tê hiştin, bi girtinê re rû bir û ye.
Xuyaye ku naxwazin yek saziyek jinê bê hiştin. Navê jinê ji dewletê tê paqijkirin. Ev polîtîkayeke li dij jinê ye.
Êdî bes e!
Em bang li hemû partiyên siyasî û parlamenteran dikin ku ji bo dest ji hewldanê bê berdan, bên ser peywira xwe.
Rêxistinên îmze avêtinê; Edene Akdam, însiyatîfa jinan a serbixwe ya Ayvalikê, hewldanan jinan a bo aştiyê, komeleya piştevaniya jinan a BodrumÊ, Komeleya Jinan a Cumhuriyetê, KOmeleya Jinan a Mafê Jinan a Welidinê, Koma Jinan a Eko, Koma Jinan a Şopandina wekheviyê, Evkad Edene, Kooperatîfa Jinan a Fîlmmor, Platforma Jinên Mafdar, Kampanyaya ji şîdta li ser jinê re na!, kolektîfa Femînîstan a Jinan, Yekitiya Saziyên jinan a Stnbolê, însiyatîfa jinan a Îzmîrê, yekitiya saziyên jinan a îzmîrê, Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Kadikoyê, Komeleya Piştgiriya namzetên jin, weqfa Piştevaniya jinan, Komeleya Kedê ya jinê Enqere/Samandagi, Kolektîfa Keda Jinê, Platforma hewldana îstîhdama Keda jinê, Komeleya hewldanên jinan, Komeleya parastina mafê jinan, Hewldana partiya jinan, Komeleya mafê mirovan yên jinan- çareseriyê nû, Weqfa Piştevaniya Jİnan, Kîpap Trabzon, Samsun, Atakum, Weqfa Marmarayê, Komeleya Mavîgol a jinan, Komeleya Keda Jinan a Mêrsînê, Weqfa Mor Çati, Uçan Supurge, Komeleya Jinan a Wanê, Jinên hewldana 78’an.