Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Rêxistinên hiqûqê ji bo girtiyên nexweş çalakî kirin

Rêxistinên hiqûqê yên Enqereyê anîn ziman ku divê Sîbel Balaç ku di çalakiya rojiya mirinê de ye demildest bê berdan û bal kişandin ser girtiyên nexweş ên li Îzmîrê.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo Sîbel Balaç ku bi daxwaza darizandina adîl di 29’ê Kanûna 2021’an de dest bi rojiya mirinê kir, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan û Nûnerên Hiqûqa Civakî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji bo balê bikişînin ser rewşa Balaç ku ev 278 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye, li eywana daxuyaniyê pankarta “Bila Sîbel Balaç bê berdan” hate daliqandin.

Serokê Şaxê ÇHD’ê yê Enqereyê Mûrat Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku Balaç 47 kîlo li xwe kêm kiriye, li dest û nava devê wê birîn çêbûne û ev agahî dan: "Pê û lingên xwe baş hîs nake, nikare bimeşe. Ji ber texrîbatên di serê rehikên wê de, êşên wê hene. Gelek dem bi ser çalakiya wê re derbas bû û ji ber rewşa wê ya xerab a tenduristiyê, ji bo berdanê serlêdan hate kirin. Li ser vê daxwazê jî ji bo wergirtina rapora desteya tenduristiyê, di 7'ê Îlona 2022’yan de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê. Ev bû 16 roj ku li avahiyeke nexweşxaneyê di ‘qawîşa girtiyan’ de dimîne.”

ÎZMÎR 

Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber deriyê Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” berz kirin. Endamên Meclîsa HDP’ê, ÎHD’ê, malbatên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê didomînin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxê OHD a Îzmîrê Halîl Coşkûn xwend.

Coşkûn destnîşan kir, ku mirinên biguman ên di girtîgehên Tirkiyeyê de çêdibin şopeke reş li dîrokê hiştiye û wiha got: “Girtîgehên Tirkiyeyê bûne cihên êşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovahî û xirab, bi taybetî binpêkirinên mafê jiyanê lê pêk tên. Ji binpêkirina mafê jiyanê heta êşkenceyê, ji xwegihandina tenduristiyê heta pêkanînên otorîter, girtî bi binpêkirinên giran û cidî re rû bi rû ne. Li gel banga Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ya “Tirkiye girtiyên nexweş dixe nava rîskeke mezin” di her pakêteke nû ya darazê de girtiyên siyasî jê tên derxistin.”

Coşkûn da zanîn ku Wezareta Dadê ji mirinên li girtîgehan ders negirtiye û wiha dewam kir: “Ji ber tecrîd û pêkanînên keyfî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê girtî ji 29’ê tebaxê ve di çalakiya bêdem û bêdorveger de ne. Gelek girtiyên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine girtiyên nexweş in. Lê ji me re ragihandin ku ji ber şertên girtîgehê yên nebaş neçar mane serî li vê rêyê bidin. Tevî serlêdanên taloqkirina înfazê, daxuyaniyan û rojeva rayagiştî di kesayeta Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de girtiyên nexweş ên giran nayên berdan û gef li mafê wan ê jiyanê tê xwarin.”